65 alîgirên Muqteda Sedir hatin girtin

îdîaya vê yekê kirine ku, Sedir Îmam Mehdiye.
کوردستان TV
100%

Jiber gotine Sedir Îmam Mehdiye hatine girtin.

Dadgeha navçeya Kerix ya li Bexdayê îro yekşem ragihand ku, 65 alîgirên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir zîndanî kiriye.

Li gor daxuyaniya dadgeha Kerix, ev 65 alîgirên Muqteda Sedir îdîaya vê yekê kirine ku, Sedir, Îmam Mehdiye û xwestine bê nêrîna xwe di nava civakê de belave bikin û xelk bi wan bawer bike.

Dadgehê eşkere kiriye ku, ev kesên han ji aliyê hêzên ewlekarî ve roja înê hatine girtin û îro jî dadgehê biryara girtinê bi ser wan de sepandiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.