Ji Tirkiyeyê re gotiye lazime ji Sûriyeyê derkeve.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, wezîrê derve yê Misirê Semîh Şikor ku, du roj beriya niha serdana Enqereyê kiriye, zêdetir ji têkiliyên navbera Misir û Tirkiyeyê li gel rayedarên Tirkiyeyê behsa têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê kiriye.
Wezîrê derve yê Misirê ji hevpîşeyê xwe yê Tirk Mewlûd Çawişoglû re gotiye ku, lazime Tirkiye rêz ji yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê bigire û hêzên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê vekêşe û dawî bi hevkariyên xwe yên darayî, locistîkî û leşkerî bo komên cîhadî yên Sûriyeyê bîne.
Weke tê zanîn li hember hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, Sûriye jî merc daniye û mercê Sûriyeyê jî vekêşîna Tirkiyeyê ye ji Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin