Komcivîna Cideyê bi dawî hat

welatên beşdar biryara hevkarî kirina Sûriyeyê dane.
کوردستان TV
100%

Welatên beşdar derbarê Sûriyeyê de lihev kirin.

Komcivîna Cideyê ya taybet bi rewşa Sûriyeyê yaku, duhê bi beşdariya wezîrên derve yên Îraq, Misir, Urdin û Siûdiyeyê destpê kiribû bi dawî hat.

Di komcivîna han de welatên beşdar li ser vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî û bihêztir kirina pêgeha rejîm û dezgehên rejîmê li seraserê Sûriyeyê lihev kirine.

Herwiha tekez li ser vê yekê jî kirine ku, lazime welatên han bo dabîn kirina aramî û ewlekariyê hevkariya Sûriyeyê bikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.