Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû.
Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Me îro gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di rojeva yekem ya civînê de me giftûgo derbarê girîngiya parastina welatiyan û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê û xwe bi dûr girtina herêma Kurdistanê ji aloziyên herêmî û yên derve û rakêşana wan bo nava herêma Kurdistanê kir.
Di vê derbarê de bi navê civata wezîran, me dilgiraniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo bûyera balefirgeha navnetewî ya Silêmanî diyar kir û tekez jî li ser vê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa ser balefirgeha Silêmanî û beşeke ji herêma Kurdistanê mehkûm dike. Me herwiha balkêşande ser vê yekê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ne hayedarê liv û tevgerên nava balefirgeha Silêmaniye ku, balefirgehê bo karên derqanûnî bikar tînin û nabe hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan liv û tevgeran hayedar nebe. Me ev yek dubare kir ku, em bi her awayî li gel şêniyên hêja yên Silêmanî ne û nabe şînî baca wan bûyeran bidin.
Piştî giftûgo û nirxandinê, civata wezîran biryar da daku, hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyek bo lêkolîn kirin û eşkere kirina rastiyan bo bûyera balefirgeha Silêmanî ava bike û lêkolîn li ser sedemên ragirtina firînên balefirgeha Silêmanî û pişt re jî ev êrîşa ku, li ser devereke nêzî balefirgehê hatiye kirin bike.
Rojeva duyem ya civînê taybet bû bi pêşkêş kirina raportek derbarê dabîn kirina derman û pêdiviyên nûjdarî li kerta giştî de ku, ji aliyê wezîrê tendirostî birêz Dr, Saman Berzencî ve hate pêşkêşkirin.
Rixmî destxweşî kirin ji wezîr û wezareta tendirostî bo reformên ku, di warê tendirostî de hatine kirin, hevdem me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime karên zêdetir werin kirin bo baştir kirina kerta tendirostî û nehêştina hemû kêşe û kêmaniyên vê warî bo zêdetir xizmet kirina welatiyan.
Derbarê çareser kirina kêşeya kêm bûna dermanê li parêzgeha Silêmanî jî, civata wezîran wezareta darayî û abûrî pîwerdar kir ku, bankeyên li parêzgeha Silêmanî wke bankayên din yên Kurdistanê pêbend bike bo dabîn kirina pereyan bo kirîna derman û pêdiviyên tendirostî.
Di dawî de wezîra kar û karûbarên civakî birêz Kiwêstan Mihemed jî bernivîsa proje qanûna siyaseta parastina zarokan li herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku, pêk hatiye ji çend bername û rêkarên pêwîst bo parastina zarokan ji tund û tîjiyê, sivêkatî pêkirin û paşguh xistinê di çarçoveya rêkeftinên navnetewî de.
Piştî pêşkêş kirina çend têbîniyan yên bo zêdetir zengîn kirina bernivîsa han, civata wezîran bernivîsa proje qanûna siyaseta parastina zarokan pejrand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin