Civîna çar alî di destpêka Gulanê de tê lidar xistin

di civînê de nîqaş li ser civîna navbera Erdogan û Esed de tê kirin.
کوردستان TV
100%

Ev civîn çend care tê paş xistin.

Civîna çar alî ya derbarê rewşa Sûriye û normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de yaku, biryar bû di destpêka Adarê de hatiba lidarxistin ev sê care tê paş xistin.

Li gor çapemeniya Rûsî piştî civîna çar alî ya li ser astê Cîgirên wezîrên derve yên Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyeyê, biryar hatiye dayîn daku, civîna din ya çar alî ya li ser asta wezîrên derve di destpêka meha Gulanê de were lidarxistin û di civînê de vê nîqaş li ser hevdîtina navbera Erdogan û Beşar Esed were kirin.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Erebî belav kiribû ku, di civîna çend roj berê ya Cîgirên wezîrên derve, di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de li ser vekêşîna hêzên Tirkî yên li Sûriyeyê lihev hatin hatiye kirin.

Weke tê zanîn ev çend mehe Erdogan hewl bo normal kirina têkiliyên li gel Sûriyeyê dide lê Sûriye jî dibêje heta hêzên Tirkî neyên vekêşandin bo normal kirinê ti gave navêjin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.