Hevpeymaniya cîhanî dest bi operasiyoneke nû kir

hefteya derbasbûyî 3 caran êrîşî ser hêzên hevpeymanan li deverê de hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Operasiyon li Bakûrê Rojhilatê Dêra Zorê hatiye destpêkirin.

Li gor çapemeniya Sûrî û kalana Rûsye Elyûm, piştî êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê li dijî hêzên hevpeymaniya cîhanî li Dêra Zorê, hevpeymaniya cîhanî bi Serokatiya Amerîkayê dest bi operasiyoneke nû li Bakûrê Rojhilatê Dêra Zorê kiriye.

Çavkaniyên han eşkere kirine ku, ev operasiyona han yekem car bi êrîşên esmanî destpê kiriye û biryare piştî dom kirina wan êrîşên esmanî bo çend rojan, hêzên hevpeymaniya cîhanî li deverê de operasiyoneke berfire ya bejayî jî li dijî komên çekdar yên ser bi Îranê li deverê de bike.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî herî kêm 3 caran êrîşî ser meydana petrolê ya Konico hatibû kirin û komên çekdar yên ser bi Îranê jî ev êrîşên han li xwe girtibûn.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.