Li Efrînê ji aliyê komên cîhadî ve hatine revandin.
Îro gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Efrînê, duhê li bajarokê Raco ya ser bi Efrînê ve, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê, du welatiyên din yên Kurd revandine.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kiriye ku, heta niha nediyare ev her du welatiyên Kurd bo kûderê hatine birin û çarenivîsa wan çiye.
Weke tê zanîn ji sala 2018an ve heta îro rojane welatiyên Kurd li Efrînê têne revandin û komên cîhadî jî bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin