Nêçîrvan Barzanî: Bihevre jiyan sîmayeke baş ya Kurdistanê ye

dibêje em hertim çanda bihevre jiyanê û mafên tevahiya pêkhateyan diparêzin.
کوردستان TV
100%

Bo cejna Qiyame peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kiriye.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Qiyame ya Mesîhiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir û ragihandiye ku, cejna Qiyame bi germî li tevahiya welatiyên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim,

Nêçêîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku, ji dil û bi germî li hemû xûşk û birayên mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan ra bênvedan û cejneke aram û bextewar û serkeftinê dixwazim.”

Her bi minasebeta cejna han Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê û lêborîn di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê kir û dibêje “sîmayekî girîng ê nasnameya Kurdistanê û cihê şanaziya me ye.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got “Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku emê hertim ev çanda han, maf û azadiyên tevahiya pêkhateyan parastî bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.