Serokatiya herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rewşa heyî diyar kir.
Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa duhê ya ser balefirgeha Silêmanî belav kiriye û têde rixmî mehkûm kirina êrîşa han bi tundî hevdem dilgiraniya xwe jî ya li hember bûyerên piştî vê êrîşê diyar kiriye.
Serokatiya herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên têkildar kiriye daku, erkên xwe cîhbicîh bikin bo lêkolîn kirin û sedem û çavkaniya êrîşa han. Herwiha daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye aram bin û bi awayeke rastî nizîkatî li hember êrîş û encamên vê bikin û di şûna hevûdu tawanbarkirin, hewl bo nehêştina sedeman bidin.
Serokatiya herêma Kurdistanê dilniyayî daye tevahiya welatiyên Kurdistanê bi taybetî şêniyên Silêmanî û ragihandiye ku, parastina aramî, ewlekarî û rewşa jiyana wan erkê herî lipêş yê dezgehên hikûmeta Kurdistanê ye û rê nayê dayîn bi ti hincetek xelk û jiyana wan bikeve bin metirsiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin