Ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Li Efrînê beriya sê mehan dayikeke Efrînî û 3 zarokên xwe ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.
Heta niha kes û karên wan gelek hewl dane daku, çarenivîsa wan diyarî bikin û tiştek ji wan bizanin lê komên cîhadî ti zaniyariyek li ser wan nedane kesûkarên wan û gef jî li wan kirine ku, eger li pey wan bigerin vê wan jî ceza bikin.
Weke tê zanîn ji sala 2018an ve heta niha bi awayeke rojane welatiyên Kurd li Efrînê tên revandin û komên cîhadî jî bo azad kirina wan daxwaze pereyan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin