Êrîşî ser kargehên pîşesziya berevaniya Îranê hate kirin

Îran dibêje me du dron xistine erdê.
کوردستان TV
100%

Êrîş duhê bişev li Îsfehanê pêk hatiye.

Li gor çapemeniya Îranê direngiya şeva derbasbûyî bi rêya çend dronan êrîşî ser çend kargehên pîşesaziya berevanî ya Îranê li bajarê Îsfehanê hatiye kirin.

Di daxuyaniya rayedarên Îranî de hatiye diyarkirin ku, êrîş bi rêya çend dronan pêk hatiye û sîstema berevaniya Îranê jî kariye du ji wan dronan bixe erdê.

Herwiha hin çavkanî weke rojnameya ortadoguhaber jî belav kirine ku, di encama êrîşên han de zirarên gelek mezin yên madî ber kargehên pîşesaziya berevanî ya Îranê ketiye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.