10 mûşek di nava axa Îsraîlê de ketine erdê.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, îro çarşem danê sibê, ji aliyê navçeya Xezeyê ve êrîşî ser çend bajarokên Îsraîlî hatiye kirin.
Li gor nûçeyan, 10 mûşek ji aliyê komên çekdar ve ji navçeya Xezeyê ve ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û li derdorê bajarokên Îsraîlî yên nêzî sînor ketine erdê.
Rayedarên Îsraîlî jî ragihandine ku, ev êrîşên han bi ti awayî bêyî bersif nahêlin û bersifeke dijwar didin komên çekdar yên ku, ev êrîşên han pêk anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin