Îro 43 sal bi ser komkujiya Kurdên Feyilî re derbas dibe.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 43 saliya komkujiya Kurdên feyilî peyamek belav kiriye û têde daxwaz ji hikûmeta federalî kiriye daku, erkên xwe li hember Kurdên Feyilî bicîhê bîne û wan qerebû bike.
Nêçîrvan Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Îro 43 sal li ser tawana jenosîda û bêserûşûnkirina xwişl û birayên me yên Kurdên Feylî re derbas dibin û em şehîd û qurbaniyên wan tawanan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Barzanî tekez dike ku tişta ku bi serê Kurdên Feylî hat kirin paqijkirina etnîkî ya nijadperestane bû û dibêje: “Bi dehan hezar welatiyên bê guneh hatin bêserûşûnkirin. Bi sedan hezar kes ji wan hatin sirgûnkirin, dest bi ser mal û milkên wan de hatin girtin û ew bê nasname hatin hiştin.”
Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ew tiştê ku bi ser Kurdên Feylî de hatiye, tenê ji ber ku ew Kurd bûn û parastina nasname û mafên miletê xwe yên rewa dikirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî di peyam xwe de daxwaza qerebûkirina Kurdên Feylî dike û dibêje: “Nasandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve, hikûmet û dewleta Iraqê dixe bin berpirsyariya yasayî û mirovî bo qerebûkirina qurbaniyan. Bi vê boneyê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erkê xwe pêk bîne, bi qerebûkirin û vegerandina hemû mafên medenî û madî yên Kurdên Feylî.
Silav û rêz bo giyanê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan ên serbilind. Qurbanî û dilsoziya xwîşk û birayên me yên Kurdên Feylî, cihê şanaziya gelê me ye û her dem di bîra me de ne.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin