Vê hefteyê bûdce diçe Parlementoyê.
Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Şaxevan Ebdulah ragihand ku, civata wezîran ya Îraqê proje bûdceya federalî ya 2023an amade û radestî komîteya darayî ya parlementoya Îraqê kiriye.
Şaxevan Ebdulah herwiha diyar kir ku, vê komîteya darayî jî bilez venêrînên pêwîst bo vê projeyê bike û radestî parlementoyê bike.
Nav hatî diyar kiriye ku, vê hefteyê parlemento dest bi giftûgo û prosesa pejrandina bûdceya 2023an dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin