Sibê şandina petrola Kurdistanê destpê dike

heta du rojên din şandina petrolê destpê dike.
کوردستان TV
100%

AFP dibêje Hewlêr û Bexda lihev kirine.

Ajansa nûçeyan ya Frensî AFP belav kir ku, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya li dor çareser kirina kêşeya petrolê baş dimeşe û her du alî lihev kirine.

AFP duhê bişev li ser zarê rayedarên hayedar belav kiriye ku, vê roja duşemê şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî dubare destpê dike.

AFP ji rayedarên Îraqî û Kurdistanî pirsiye ka gelo şandina petrolê destpê dike an na? rayedarên her du aliyan jî ev yek piştrast kirine ku, Bexda û Hewlêrê lihev kirine û heta du rojên din şandina petrolê bo bazarên cîhanî destpê dike.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.