Daxwaza derxistina Rojnamegerên Rûsî tê kirin

ev Rojnameger bi tawana sîxorî kirinê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

WSJ ji Amerîkayê re dibêje balyoz û Rojnamegerên Rûsî derxe.

Desteya weşanê ya Wall Street Journalê (WSJ) piştî nûçegihanekî wê rojnameyê li Rûsya bi tohmeta sixûrîyê hat girtin ji Amerîka xwest balyozê Rûsî ji welêt derxe.

Wê desteyê diyar kir ku xêncî balyozê Rûsya divê hemî rojnamevanên Rûsî yên li Amerîka dixebitin jî ji Amerîka werin derxistin.

Li gor desteyê girtina rojnamevanê wê mîna provokasyoneke hesabkirî xuya dike û Rûsya dixwaze bi wê çavên medyayê bitirsîne.

Medyaya Rûsya diyar dike ku Evan Gershkovich gumanbar e ku wî sîxurî jibo berjewendiya hikûmeta Amerîka kiriye û ser Rûsya agahî berhev kirine.

Nûçegihanê Amerîkî berî ku di The Wall Street Journal de bixebite, li Moskowê jibo AFP’ê dixebitî û ew berê jî nûçegihanê The Moscow Times ya malpera nûçeyan ya bi Îngîlîzî bû.

Ji voayê hatiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.