Serokê Sûriyeyê jî li gel wan wezîran civiyaye.
Li gor çapemeniya Sûrî wezîrên çandiniyê yên 4 welatên Erebî ( Îraq, Urdin, Libnan û Sûriye) li Dîmeşqê civiyane û behsa têkiliyên navbera wan her çar welatên Erebî hatiye kirin.
Herwiha Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî li gel wan wezîran civiyaye û qala vê yekê kiriye ku, hebûna têkiliyan li gel welatên Erebî bi taybetî li gel Îraqê gelek girînge jiber ku, xizmeta aramî û ewlekariya deverê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin