Ev kesên han Emrekarên biyanî bûne.
Çapemeniya Siûdiyeyê belav kir ku, îro di encama bûyereke hatûçûyê de li vê welatî herî kêm 20 welatiyên biyanî ku, weke Emrekar serdana Siûdiyeyê kiribûn, canê xwe ji dest dane.
Çapemeniya Siûdî li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, li ser rêya navbera her du bajarên Ebha û Esîr li başûrê Rojavayê Siûdiyeyê de, pasek ku, ji kontrol derketiye xwe bi pirekê re kêşaye û di encam de herî kêm 20 kes canê xwe ji dest dane û 29 kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin