Li Kerkûkê daxwaza Kurd hate pejrandin.
Piştî ku, parlementoya Îraqê proje qanûna hilbijartinan ya parlemen û parêzgehan pejrand, Cîgirê Serokê parlmenetoya Îraqê Şaxevan Ebdulah ku, parlementerê PDKê ye di derbarê vê proje qanûnê de daxuyanî da.
Şaxevan Ebdulah diyar kir ku, li gor proje qanûna han li Kerkûkê serjimêriya sala 1957an bi esas tê girtin û ew welatiyên Ereb yên ku, di dema Sedam de bi mebesta bi ereb kirina Kerkûkê de li vê bajarê bicîh bûne nikarin di hilbijartinan de deng bidin.
Ebdulah herwiha diyar kiriye ku, devera Sergeran jî di qanûnê de weke beşek ji Kerkûkê hatiye hijmartin û şêniyên vê deverê jî li Kerkûkê deng didin û ev kesên ku, dikevin çarçoveya madeya 140 dîsa dikarin li Kerkûkê deng bidin.
Nav hatî diyar kir ku, di qanûna nû ya hilbijartinan de guhertin di nava hijmara korsiyên parlementoyê de nehatiye kirin û ev hijmar weke xwe 329 korsî maye lê di hijmara korsiyên pêkhateyan de guhertin çê bûye û korsiyên mesîhiyan bûne 5 korsî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin