Heyder Ebadî: Îran naxwaze Îraq bihêz bibe

dibêje mafê Îranê ye ku, ji bihêz bûna Îraqê bitirse.
کوردستان TV
100%

Dibêje di encama şerê 8 salan de Îran rastî zirarên gelek mezin hatiye.

Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanaleke Îraqî de diyar kiriye ku, Îran bi ti awayî naxwaze Îraq bibe welateke bihêz.

Heyder Ebadî diyar kiriye ku, jiber şerê 8 sale ya di navbera Îraq û Îranê de Îran rastî zirarên gelek mezin hatiye lewre niha Îran ji Îraqeke bihêz ditirse û naxwaze Îraq bi ti awayî bihêz bibe.

Ebadî diyar kiriye ku, tişteke normale ku, Îran nexwaze Îraq bihêz bibe û ezmûna derbasbûyî were dubarekirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, Îranî berejwendiyên xwe baş dizanin û mafê wane ku, ji bihêz bûna Îraqê bitirsin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.