19 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

tê gotin ku, pevçûn hîn jî berdewamin.
کوردستان TV
100%

Li Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve hatine kuştin.

Piştî du êrîşên li pey yek yên li dijî navend û hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê, îro danê sibê, hêzên Amerîkî jî piştî êrîşên xwe yên asmanî bo ser navendên çekdarên ser bi Îranê, êrîşî ser wan navendan jî kirine.

Li gor çapemeniya Sûriye û Rojavayê, di encama êrîş û pevçûnan de herî kêm 19 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne û sê navendên wan yên sereke û girîng jî bi temamî hatine wêrankirin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.