Serok Barzanî li gel nuner û dîplomatên welatên biyanî li Îraq û Kurdistanê civiyan

Serok Barzanî: Nabe kes îradeya xwe bi ser pêkhateyan de feriz bike.
کوردستان TV
100%

Bo beşdarî kirin di merasîmên Newrozê de hatine Kurdistanê.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya hijmareke gelek zêde ji balyoz, konsulus, nuner û dîplomatên welatên biyanî û nunerên hevpeymanan li Îraq û Kurdistanê de kir û nana firavînê jî da wan.

Di vê mêwandariya han de Serok Barzanî gotareke kurt jî pêşkêşî mêwanan kir û bixêr hatina wan kir û balkêşande ser girîngiya hîma, wate û boneyên meha Adar û Newrozê bo gelê Kurdistanê û hêviya vê yekê jî bo mêwanan xwest ku, di rojên cejnê de li herêma Kurdistanê di nava rewşeke baş de demên xwe derbas bikin.

Di berdewamiya gotara xwe de Serok Barzanî behsa rewşa siyasî û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir û ragihand ku, niha derfeteke baş bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê û herwiha bingehên ku, hatine îmzekirin heye.

Serok Barzanî serdana çend roj beriya niha yê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî bo herêma Kurdistanê weke derfeteke baş bo jihev fêmkirina zêdetir di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de bo nehêştina nakokiyan nirxand.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa prosesa siyasiya navxwe ya herêma Kurdistanê jî kir û tekez li ser vê yekê kir ku, bo ku, şeriyet li herêma Kurdistanê nekeve jêr pirsan lazime îsal hilbijartin were kirin û ragihand ku, hevkarî û hemahengiyake gelek baş di navbera me û aliyên navnetewî de heye amadekariyên hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê.

Derbarê mafên pêkhateyan de jî Serok Barzanî diyar kir ku, nabe ti aliyek destwerdanî di nava mafên pêkhateyan de bike û îradeya xwe bi ser pêkhateyên herêmê de bisepîne. Lazime rêz ji îradeya pêkhateyên etnîkî û olî yên li Kurdistanê were girtin û pêkhate bo xwe û Netewên Yekgirtî her cure sîstemek bo beşdarî kirina pêkhateyan bi baş bizanin vê em jî vê sîstemê bipejrînin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî besifa pirs û têbîniyên dîplomatkar, nuner, balyoz û konsulusên welatan jî derbarê rewşa siyasiya Îraq û herêma Kurdistanê de da.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.