Dibêje lazime tevahiya hêzên Tirkiyeyê werin vekêşandin.
Li gel dom kirina hewldanên bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, duhê Serokê Sûrî Beşar Esed li Rûsyeyê bû û li gel Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin civiya.
Di civînê de Putin dîsa mijara hevdîtina navbera Esed û Erdogan aniye rojevê û gotiye lazime têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê werin normalkirin.
Li hember de Beşar Esed dîsa diyar kiriye ku, mercên wî bo hevdîtina xwe ya li gel Erdogan heye û heta Erdogan mercan cîhbicîh neke Esed amade nabe hevdîtinê li gel bike û têkiliyan li gel normal bike.
Esed tekez li ser vê yekê kiriye ku, mercên Sûriyeyê vekêşîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê, qut kirina hevkariyên locistîkî û leşkerî yên Tirkiyeyê ne bo komên cîhadî yên radîkal.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin