Duhê bişev li seraserê Îranê xwepîşandan hebû

gelek kes jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Di xwepîşandanan de diroşme dijî rejîm û rayedarên rejîmê hatin avêtin.

Duhê bişev welatiyên Îranê jiber çarşema sor ( li Îranê weke çarşema dawî ya salê tê nasîn û her sal bi çalakiyên curbicur tê pîrozkirin) li seraserê vê welatî bi hilkirina agirê xwepîşandanên berfire lidar xistin.

Di xwepîşandanên han de yên ku, agir hatibû pêkirin diroşmeyên dijî rejîma Îranê û dijî Rêberên Îranê hatin avêtin û daxwaza hilweşîna rejîma Îranê hate kirin.

Herwiha wêneyên Rêberê berê yê Îranê Xumeynî, Rêberê niha yê Îranê Xamneyî û gelek rayedarên din yên rejîmê jî ji aliyê xelkê ve hatin şewitandin û hêzên rejîmê jî weke her car êrîşî ser xwepîşanderan kirine û gelek kes binçav kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.