Naveroka civîna civata wezîran

behsa hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civata wezîran civiya.

Piştî civîna xwe ya heftane ya bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de hate weşandin ku Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî belav kiriye.

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir

Di destpêka civînê de me bi awayeke kurt behsa encamên serdana duhê ya şanda bilind ya hikûmeta federalî bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê birêz Mihemed Sûdanî bo herêma Kurdistanê kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku, di derbarê çend mijaran de giftûgoyeke vekirî û zelal hatiye kirin û em bi vê hesiyane ku, Serokwezîrê federalî xwedan xwestekeke bihêze bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê û rûkeftina aliyan bo ava kiirna hikûmetê.

Herwiha jiber bi dawî anîna rêkarên taybet yên bi parêzgeh kirina Helebceyê ku, hemwexte li gel salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê, bi navê civata wezîran me spasiya Serokwezîrê federalî û hikûmeta Îraqê kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, ev pêngava han bibe sedema wejandin û avedan kirina zêdetir ya Helebceyê û baştir kirina xizmetgozariyan li vê parêzgehê.

Me ev yek anî ziman ku, duhê daxwaz ji Serokwezîrê federalî jî kiriye ku, lazime li gor destûrê qerebûya malbet û kesûkarên şehîd û zirardîtiyên destê rejîma berê ya Îraqê jî were kirin.

Di rojeva duyem ya civînê de pêngavên dawî yên pejrandina proje bûdceya giştî ya Îraqê ji aliyê şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin nirxandin.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, her weke çawe di amade kirina proje bûdceya federalî de hemahengiyeke baş di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de hebûye, lazime bo cîhbicîh kirina xalên vê projeyê jî hemahengî û jihev fêm kirin di navbera her du aliyan de hebe daku proje qanûna bûdceyê bi başî û rastî û bi awayek were cîhbicîhkiirn ku, di xizmeta tevahiya pêkhateyên Îraqê de be.

Civata wezîran jî pêşwaziya pejrandina bernivîsa proje qanûna bûdceya federalî ji aliyê civata wezîran ya Îraqê ve kir û bi hemahengî li gel hikûmeta federalî mekanîzim û rêkarên pêwîst digre ber bo ku, ev proje qanûna han li gor berejwendiyên herêma Kurdistan û Îraqê de were cîhbicîhkirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz dike ku, ev proje qanûna han li parlementoya Îraqê jî di demeke nêz de were pejrandin daku, bilez bikeve meriyetê.

Di dawiya civînê de jî me giftûgo derbarê rewşa niha ya darayî ya hikûmeta Kurdistanê kir û pêşniyarên pêwîst jî bo çawetiya zêdetir kirina dahata giştî pêşkêş kir bi mebesta dagirtina xerciyan û dabîn kirina mûçeya mehane ya karmendan û teqawîdan û dabeş kirina vê di dema xwe de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.