Li Serokatiya herêmê civîneke berfire hat lidarxistin

behsa daxwaz û kêşeyên pêkhateyan hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê û Serokwezîrê Îraqê nunerên alî û pêkhateyan jî çûn civînê.

Îro li Serokatiya herêma Kurdistanê piştî civîna navbera Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî, civînek jî di navbera wan du aliyan û nunerên alî û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê de hate lidarxistin.

Di civîna han ya berfire de giftûgo li ser rewşa alî û pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de hatiye kirin û serokê herêma Kuridstanê jî daxwaz ji wan pêkhateyan kiriye daku, bi awayeke çalak beşdarî di prosesa siyasî û guhertinên heyî de bikin.

Her di heman civînê de pêkhate û aliyên beşdar kêşe û daxwazên xwe jî gehandine Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.