Serokwezîrê Kurdistanê derbarê serdana Sûdanî de peyamek belav kir.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser twitta xwe peyamek derbarê serdana îro ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî de bo Hewlêrê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Bixêr hatin Sûdanî dikim bo Hewlêrê ku, ev yekem serdana wî ya fermiye weke Serokwezîr, niyet başiya wî bo vegerandina baweriyê gelek girînge, pejrandina bûdceya federalî û lihev kirin li ser bernivîsa qanûna petrol û gaza federalî bingeheke girînge bo peywendiyê nû yên bihêz. Bila li ser vê bingeha han hewl bo çareser kirina kêşeyan bidin.
Weke tê zanî îro danê nîvroyê Serokwezîrê Îraqê gehêştibû Hewlêrê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin