Serokwezîr li gel balyoza Swêdê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swêdê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyoza Swêdê li Îraqê Xatû Jessica Svardström kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê kir.
Mijareke din ya civîna me taybet bû bi girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de û di vê warî de jî me amadebûna hikûmetê bo tevahiya karasaniyan û hemahengî bo lidar xistina prosesa hilbijartinan diyar kir.
Reformên kabîneya 9an û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingal û normal kirina rewşa deverê û afirandina derfetan bo vegera awareyan bo cîhên xwe, çend mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin