Serok Barzanî li gel balyozê Swêdê civiya

Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Swêdê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Swêdê li Îraqê xatû Jessica Svardström kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyaisya Îraq û deverê, astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û cîhbicîh kirina kanameya hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser metirsiyên hizra radîkal li ser pêşeroja Îraq û deverê hate kirin û tekez jî li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û normal kirina rewşa Şingalê kirin.

Balyoza Swêdê ev yek diyar kir ku, Swêdê piştîriya aramiya Îraq û herêma Kurdistanê dike û daxwaza vê yekê jî kir ku, têkiliyên navbera Swêd, Îraq û Kurdistanê werin berfiretirkirin.

Di dawiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Swêdê kir ku, hertim di rojên dijwar de  derî bo gelê Kurdistanê vekirin û piştîvaniya doza rewa ya gelê Kurdistanê kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.