Behsa çend mijarên girîng hatiye kirin.
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin kir û piştî civînê jî Serok Barzanî li ser twitta xwe peyamek weşand
Serok Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye; Kêfxweşim bi pêşwazî kirin ji serdana îro ya Lloyd Austin bo Hewlêrê. Li gel Austin me behsa çend babetan kir ji wan têkiliyên li gel hikûmeta federalî bi giştî û hewlên berdewam yên Hewlêr û Bexdayê bo gehêştin bi rêkeftinek bo berejwendiyên hevbeş.
Îro wezîrê berevanî yê Amerîkayê piştî serdana Bexdayê hate Hewlêrê û li gel Serokê herêma Kurdistanê jî civiya.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin