Jiber tirsa erdhejê şêniyên Îstenbûlê ji bajarê koç dikin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, piştî erdheja mezin ya 6ê Sibatê ya li Mareşê, pisporên jeolojiyê huşdarî li dor erdheja mezin ya Îstenbûlê jî zêdetir kirine.
Pisporên jeolojiyê qala vê yekê dikin ku, erdheja Mareşê bandoreke gelek mezin li ser xeta fay ya erdheja Îstenbûlê kiriye lewre tê payîn ku, erdhejeke gelek bihêz Îstenbûl û derdorê bihejîne.
Jiber vê yekê jî ev çend roje şêniyên Îstenbûlê bi awayeke berfire dest bi vala kirina xaniyên xwe li vê bajarê û koç kirin ji vê bajarê kirine.
Çapemeniya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, ev cara yekeme di nava 20 salên dawî de ku, koçeke ewqas zêde ji Îstenbûlê ber bi deverên din ve çê bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin