Behsa çend mijarên girîng yên rojevê kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Hevpeymanan li Sûriye û Îraqê Jeneral Matthew Macfarlan kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê û rayedarên wezareta pêşmerge jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê prosesa reformên nava hêzên pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û hemahengiya navbera artêşa Îraq û herêma Kurdistanê jî bo rûbirû bûna DIŞIê hate kirin.
Serokê herêma Kurdistanê rixmî destxweşî kirin ji Amerîka û Hevpeymanan bo piştîvanî kirina pêşmerge û artêşa Îraqê, ragihand ku, rixmî hebûna astengiyan wezareta pêşmerge berdewame li ser prosesa reforman.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya welatên dost yên Kurdistanê kir û ku, piştîvaniya vê prosesa han dikin.
Di berdewamiya civînê de her du alî hemfikir bûn ku, hîn jî DIŞI li Îraq û Sûriyeyê metirsiyeke rastîne û tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya navbera tevahiya aliyan bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê kirin.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa kempa Hol û pêşhatên deverê bi giştî mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin