Êrîşî ser debistanan berdewame

heta niha zêdetir ji 900 Xwendekar bijehêr hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Di rojekê de êrîşî ser 26 debistanan hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Îranê di wan rojên dawî de êrîş kirine ser debistanan bi taybetî debistanên keçan gelek zêde bûye û heta niha zêdetir ji 900 Xwendekarên keç jiber êrîşên han bi jehrê ketine.

Ajanasa Iran Wire belav kiriye ku, tenê duhê çarşem li Tehran û gelek bajarên din yên li navenda Îranê bi gazên kîmiyayî yên ku, bêhna hêkên genî ji wan tê êrîşî ser 26 debistanên keçan hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên nûçeyan jî dibêjin û rayedarên rejîma Îranê li dijî kesûkarên Xwendekarên bijehêr ketî ketine nava liv û tevgerên gelek dijwar û hêz li dijî wan bikar tînin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.