Metirsiya hişkbûnê  li ser çemê Firatê heye

Îran û Tirkiye avê li ser Îraqê qut dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê jî fermana rêkarên pêwîst daye.

Di wan demên dawî de rêjeya ava çemê Firatê li Îraqê gelek kêm bûye û ev av evqas kêm bûye ku, duhê ciwanekî Îraqî kariye bi matora xwe ji çemê derbas bibe.

Ev nûçeya han bû sedema çê bûna dilgiranî û fikarên mezin li cem Îraqiyan û jiber vê yekê jî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ferman bi aliyên têkildar kiriye daku, di vê derbarê de rêkarên pêwîst bistînin.

Sûdanî diyar kiriye ku, lazime bilez aliyên têkildar yên Îraqî li gel Tirkiyeyê li ser vê mijarê dest bi diyalogê bikin û Tirkiye razî bikin ku, rêjeya pêwîst ya avê berde daku, ev çemê han hişk nebe.

Weke tê zanîn ev çend sale di navbera Îraq û Tirkiyeyê de li ser avê kêşe heye û ji aliyeke din ve Îran jî bi heman awayî av li ser Îraqê qut dike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.