Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê civiya

herêma Kurdistanê berdewame li ser hewldanên xwe yên bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê.
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja çarşemê 01.03.202ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Lord Tariq Ehmed Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û Neteweyên Yekgirtî kir.

Di civînê da, Lord Ehmed tekîd li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşdebirina têkeliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwesa, îşaret bi wê yekê kir ku Brîtanya bi girîngî li têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêre û ew di wê baweriyê da ye ku seqamgîriya têkeliyên baş navbera Hewlêr û Bexdayê Iraqê bihêztir dike di rûbirûbûna astegiyan da û piştevaniya welatê xwe jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan da nîşan da.

Di hevdîtinê de ku, birêzan Balyozê Brîtanya li Iraqê û Konsulê Giştî yê li Hewlêrê jî tê de amade bûn, her du aliyan rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Di vê derbarê da, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê û parastina yekrêziya Herêma Kurdistanê berdewam dide.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku aştî û aramî û çareserkirina arîşeyên welat dê alîkar bin ji bo pêşkeftin û vegerandina Iraqê bo pêgehê wê yê şayeste di navçe û cîhanê da û derfeta kar, veberhênan û sermayerazandinên biyanî zêdetir dike.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, qanûna petrol û gaza Iraqê û bûdce, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa navçeyê bi giştî, encamên şerê Ukraynayê û çend mijarên din di civînê da hatin behs kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.