Êrîşî berpirsekî din yê YBŞ hate kirin

di êrîşê de du kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî ser wî hatiye kirin.

Navenda çapemenî ya antî terorê ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, kêliyek beriya niha dronên Tirkiyeyê li Şingalê êrîşî ser rayedarekî ewlekarî yê YBŞ kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa han de ev rayedarên YBŞ û li gel kesekê din canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî dîsa li Şingalê Tirkiye êrîşî ser YBŞ kiribû û du Fermandarên YBŞ canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.