Îran cîhan xapandiye

di nava çend mehan de 25km uraniuma zengînkirî çê kiriye.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji rêjeya diyarî kirî Uranium zengîn kiriye.

Ajansa enerjiya etomî ya cîhanê (IAEA) daxuyaniyek derbarê rêjeya Uraniuma zengîn kirî ji aliyê Îranê ve belav kiriye û di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, Îran cîhan xapandiye.

Di daxuyaniya vê ajansê de hatiye diyarkirin ku, rejîma Îran ji rêjeya diyarî kirî ya uraniuma zengînkirî di rêkeftina etomî de sedî 18 zêdetir uranium zengîn kiriye û ev jî nîşan dide ku, Îran her ji destpêka îmze kirina rêkeftinê ve pêbendî rêkeftinê nebûye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, niha Îran xwedan 87.5 km uraniuma zengînkiriye bi rêjeya sedî 60 û 25km vê uraniuma han di wan mehên dawî de hatiye zengînkirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.