Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulusê Îmaratê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd Elzahêrî kir.
Di civînê de her du alî tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên Kurdistan û Îraqê lig el Îmaratê û berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera her sê aliyan kir û herwiha nîqaş li ser rewşa siyasiya Îraq, Kurdistan û deverê jî kirin û balkêşandine ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî.
Her di heman civînê de Konsulusê Îmaratê davetnameya fermî ya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Ziyad Elnehiyan bo vexwandina Serokê herêmê bo serdan kirina Îmaratê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Di davetnameyê de Serokê Îmaratê behsa xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Kurdistanê kiriye û nivîsandiye: Bo lihev veguhastina nêrînan li ser berejwendiyên hevbeş û çend mijarên din li hêviya vê yekêye ku, li Îmaratê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî bike.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî silavên xwe bo Serokê Îmaratê nard û bi kêfxweşî ve jî ev davetnameya han pejrand û behsa girîngiya têkiliyên Îmaratê li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Pirs bûdce, qanûna petrol û gazê, rewşa Şingal û çend bûyerên din yên taybet bi deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin