Sedî 80 vê bajarê ji nav çûye.
Li gor capemeniya Tirkiyeyê di encama erdhejên ku, 6ê Sibatê destpê kirine û hîn jî didomin, ji bilî zirarên medin yên canî, gelek zirarên mezin yên madî û jîngeyî jî çê bûne.
Çapemeniya Tirkiyeyê li ser zarê rayedarên têkildar yên Tirkiyeyê belav kiriye ku, di encama erdhejên 6 Sibatê û herwiha ev erdhejên ku, di rojên derbasbûyî de li vê derê çê bûne zêdetir ji sedî 80 bajarê Hetayê bi temamî wêran bûye.
Hatiye diyarkirin ku, di encama wan erdhejan de li parêzgeha Hetayê herî kêm 750 hezar bîna û xanî rûxiyane.
Ji aliyeke din ve rayedarên Tirkiyeyê diyar kirine ku, di encama erdheja 6ê Sibatê de herî kêm 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin