Vê êrîşî ser navendên etomî yên Îranê were kirin.
Li gor kanala I24 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ferman bi artêş, hêzên ewlekarî û tevahiya aliyên têkildar yên Îsraîlî daye daku, di amadebaşiyeke temam de bin.
Li gor kanala I24 Netanyahu, bi artêş, hêzên leşkerî, yekeya asmanî û îstîxbarata welatê xwe ferman kiriye daku, bo êrîş kirine ser navendên etomî û navendên pîşesaziya berevanî ya Îranê amade bin û bikevin demijêr sifir û li benda destpê kirinê êrîşên berfire de bin.
Ev ferman di civîna Serokwezîrê Îsraîlê ya li gel wezîrê berevanî, Serokerkan, berpirsê mossadê û çend aliyên din yên leşkerî yên Îsraîlê de hatiye dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin