Vê Îraq di navbera Amerîka û Îranê de navbeyinkariyê bike.
Li gor çapemeniya Îraqî û Erebî, beriya demekê rayedarên Îranî ji Îraqiyan xwestine ku, di navbera Îran û Amerîkayê de navbeyinkariyê bikin û rayedarên Îraqî jî ev daxwaza Îranê gehandiye aliyên Amerîkî û Amerîka jî bi erênî ev daxwaza han pejirandiye.
Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, serdana vê dawî ya wezîrê derve ya Îranê Emîr Ebdulahiyan ( duhê bişev hatiye Bexdayê) bo vê mijarê ye û hatiye daku, li gel aliyên Îraqî li ser vê mijarê danûstandinan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin