Hindistan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Hindistanê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwazoiya Bîrkarê wezareta derveya Hindistanê Evsaf Seîd kir
Di civînê de ku, balyozê Hindistanê yê li Îraqê Prashant Bisai û Konsulusê Hindistanê yê li Hewlêrê Subhash Chandra Kane jî têde beşdar bû, Bîrkarê wezareta derve ya Hindistanê bi awayeke kurt behsa armanca serdana xwe ya bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên bazirganî, tendirostî û teknolojiya zaniyarî û ektîf kirina sîstema bankî diyar kir.
Me jî balkêşande ser bernameya hikûmetê ya bo pir cure kirina çavkaniyên dahat û ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî. Me herwiha xwesteka herêma Kurdistanê jî bop ere pêdana têkiliyan li gel Hindistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin