Bertekên dijî hikûmeta Tirkiyeyê zêdetir dibin

aliyên siyasî di şûna hikûmeta Tirkiyeyê de spasiya herêma Kurdistanê û DXB dikin.
کوردستان TV
100%

Her kes spasiya herêma Kurdistanê û DXB dike.

Piştî ku, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû di peyameke xwe de spasiya wan welat û aliyan kiribû ku, di erdhejê de hevkariya Tirkiyeyê kiribûn, lê navê Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî ne anîbû, partiyên siyasî, siyasetmedar û çalakvanan bi tundî bertek nîşanî hikûmeta Tirkiyeyê dan.

Gelek partiyên siyasî, siyasetmedar, akademîsiyen û çalakvanan bi retwitt kirina peyama wezîrê derve yê Tirkiyeyê bi Kurdî nivîsandiye; Tu xêr hatî dezgeha Barzanî, spas.

Ev aliyên han hem bi kirmancî û hem jî bi soranî spasiya hikûmeta herêmê û DXB kirine.

Herwiha partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî bi taybetî gelecek Partî û şêniyên deverê jî behsa vê yekê kirine ku, yekem alî ku, bi hawara Tirkiyeyê ve hatiye herêma Kurdistanê bûye, şaşe ku, jiber siyasetên nejadperestî spasiya herêma Kurdistanê neyê kirin, em herêma Kurdistanê ne û herêma Kurdistanê jî liwire.

HDP û gelecek partî jî gotine em ji vê helwesta hikûmetê şerm dikin û di şûna hikûmetê de spasiya herêma Kurdistanê û DXB dikin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.