Ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatiye dîtin.
Li gor çapemeniya Îraqê duhê di encama operasiyoneke lêgerînê de hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne goreke bikomî li navçeya Hît ya li Parêzgeha Enbarê derxin holê.
Çapemeniya Îraqê eşkere kiriye ku, di nava vê gora han de hijmareke zêde cenaze hene û tê payîn ev gora ya wan kesan be ku, ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
Çapemeniya Îraqê eşkere kiriye ku, cenazeyên nava gorê bo cerbandin û lêkolînên taybet bo nûjdariya dadî hatine veguhastin û pişt re vê nasnameya wan were eşkere kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin