Amerîka daxwaza ava kirina dewleta Felestînê dike.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di konferanseke çepemenî de behsa naveroka peywendiya telefûnî ya wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu de kiriye.
Ned Price ragihandiye ku, di vê peywendiya han ya telefûnî de wezîrê derve yê Amerîkayê behsa kêşeya navbera Felestîn û Îsraîlê kiriye û ji Serokwezîrê Îsraîlê re gotiye ku, bijardeya Amerîkayê ya bo çareser kirina vê kêşeyê heye û Amerîka daxwaza çareseriya du dewletan bo vê kêşeya han dike.
Blinken herwiha ji Netanyahu re gotiye ku, Amerîka piştîvaniya vê çareseriyê dike û li dijî her cure siyasetêke ku, bibe metirsî bo ser hewldanên aştiyê li deverê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin