Serokê herêmê li gel balyozê Japonê civiya

Kurdistan û Japon têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Japonê yê li Bexdayê Matsumoto Futoshi kir û di civînê de giftûgo derbarê derfetên pêşde birina têkiliyên navbera Japon, Îraq û herêma Kurdistanê û herwiha derfetên hevkarî û hevbeşiya navbera wan de hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li balyozê nû yê Japonê kir û spas û rêzdariya herêma Kurdistanê jî bo kar û projeyên sazî û ajansên Japonî li herêma Kurdistanê diyar kir û xwesteke herêma Kurdistanê jî bo berfire kirina têkiliyan li gel Japonê diyar kir û anî ziman ku, derfet û rewşeke goncaw bo kar û hêlbirîna Japonî li herêma Kurdistanê de heye.

Ji aliyê xwe ve jî balyozê Japonê jî rixmî pêşkêş kirina kurteyek derbarê çalakiyên kerta taybet û kompaniyên Japonî li herêma Kurdistanê, hevdem xwesteke welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan, hevkarî û hevbeşiyê li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna kerta taybet ya welatê xwe bo berfire kirina hêlbirîn, kar û çalakiyên kompaniyên Japonî li Îraq û Kurdistanê diyar kir.

Rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.