Serok Barzanî li gel serkirdayetiya her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekar û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya
Roja çarşem 15ê şubata 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel serkirdayetiya her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan(xwendekaran) û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya.
Di destpêka wê civînê de bi kurtî di derbarê kar û çalakiyan û amadekariyên ji bo sazkirina kongreya her du rêxistinan hate pêşkêş kirin.
Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir. Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî bi helkefta nêzîkbûna hejdehê şubat û heftehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li lawan û qutabiyên xweşdivî kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya rola qutabiyan û lawan ya li pêgihandina kadirên ji bo berdewamiya xebata siyasî û hizbî daxwaz kir ku her du rêxistin bi planeke rûn û zelal ji bo paşerojê û bi ruhekî hevalînî û niştimanperwerane û bi navê yarmetîdana proseya perwerde û pêgihandina lawan û qutabiyan kongreya xwe saz bikin.
Di beşeke din ya gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser rasparde û derencamên kongreya çardeha PDK û tekez li wê yekê kir ku divê PDK ji bo wan armanc û prensîpan bigerê ku bi navê wê hatiye damezrandin.
Serok Barzanî diyar kir ku, reform û guhertinên di nava PDK de berdewam dibin bo bihêztirkirina biha û prensîp û armancên wê yên bilind.
Di beşeke dinê vê civînê de Serok Barzanî hevxemiya xwe bo kesûkarên zirardîtiyên erdhejên heftiya derbasbûyî ya Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye dûpatkir û pêzanînên xwe jî ji bo hevkarî û bi deng ve çûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû xelkê Kurdistanê ya ji bo ziyanberketiyên erdhejê hebû.
Rewşa siyasiya Iraqê û rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê mijarên din ya gotara Serok Barzanî bûn û di vê derbarî de jî Serok Barzanî zaniyariyên pêwîst daye amadebûyên civînê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin