Duyem karwana DXB gehêşte Efrînê

tîmên hawar hatinê yên DXB li Efrînê mişxûlî rizgar kirin û hevkarî kirina zirardîtiyanin.
کوردستان TV
100%

16 hezar betanî û 630 çadir ji di nava karwanê dene.

Di çarçoveya hevkariyên xwe de yên bo zirardîtiyên erdhejên Bakûr û Rojavayê de, dezgeha xêrxwaziya Barzanî, karwana duyem ya hevkariyên xwe gehandiye Efrînê.

Li gor zaniyariyên berdest, ev karwana han yaku, gehêştiye Efrînê, ji aliyê tîmê hawar hatinê yên DXB yên ku, li Efrînê ne, bi ser zirardîtiyên Efrîn û Cindirêsê de têne dabeşkirin.

Di nava karwana duyem ya hevkariyan de zêdetir ji 630 çadir, 16 hezar betanî û gelek pêdiviyên din yên sereke hene.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.