ev çekên han ji aliyê Amerîkayê ve hatine girtin.
Rojnameya Wall Street Jornal (WSJ) ya Amerîkî li ser zarê çend rayedarên Amerîkî eşkere kiriye ku, Amerîka plan dike daku, çekên Îranî bo Ukraynayê bişîne.
WSJ eşkere kiriye ku, ev çekên han yên Îranî, evin ku, li Kendav û deverên din yên cîhanê de ji aliyê Amerîkayê v edema Îran xwestiye bo komên çekdar bişîne, hatine destbiserkirin.
Jêderê eşkere kiriye ku, 5 hezar çek, gelek cebelxane û mûşekên antî tank, beriya çend mehan li Yemenê dema ku, Îran dixwest bo Hûsiyan bişîne ji aliyê Amerîkayê ve hatine girtin û niha Amerîka dixwaze ev çekên han weke hevkarî bo Ukranyayê bişîne Kievê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin