Japon dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Japon çend projeyên abûrî li Kurdistanê cîhbicîh dike.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Japonê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Japonê li Îraqê Futushi Matsumoto kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û metirsiyên terorê hate kirin.

Pişt re balyozê Japonê rêzdariya xwe bo xebat û qurbanîdana gelê Kurd bo bidest anîna azadî û mafên xwe diyar kir û ragihand ku, Japon dixwaze li Kurdistan û Îraqê de vejandin û aramî hebe û daxwaz kir daku, têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Japonê bihêztir bibin û bi awayeke kurt behsa projeyên abûrî û projeyên jêrxanî yên Japonê li Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî jiber hevkariyên Japonê yên bo Kurdistan û Îraqê spasiya Japonê kir û hêviya serkeftinê bo balyozê Japonê jî xwest.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.